Kemal Burkay: Pêvajoya çareseriyê bûye pêvajoya xapandinê

Enqere (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Burkay ragihand, pêvajoya çareseriyê bû pêvajoya xapandinê û wiha got: “Eger pirsgirêka kurd çareser bibe divê li ser esasê wekheviyê were çareserkirin. Gelê kurd zarok nîne bila ti kes gel nexapîne.”

Îro li Enqereyê kongreya HAK-PARê tê li darxistin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Kemal Burkay di kongreyê de axaftinek kir û ragihand, destpêka pêvajoya çareseriyê atmosferek erênî çêkiribû lê vê dawiyê hat zanîn ku pêvajo tenê ji bo bêçekkirina PKKê ye.

Kemal Burkay wiha axivî: “Eger PKK dest ji çekan berde tiştekî baş e lê pirsgirêk tenê ev nîne. Li gorî me çareserî bi sîstemeke federal tê kirin. Ti projeyeke hikûmetê di vî warî de tine. Hundirê xweseriya demokratîk jî vala ye.”

Li ser rewşa Kobanî û êrişên DAIŞê li ser wê devera Rojavayê Kurdistanê jî Burkay diyar kir ku divê Tirkiye bilez korîdorekê ji bo Kobanî veke.

Serokê Giştî yê HAK-PARê ku piştî vê kongreya partiyê êdî serokatiya partiyê nake, anî ziman ku divê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ji raboriya xwe ders werbigirin û heta mafên wekhev nedin Kurdan pirsgirêka kurd çareser nabe.

Kemal Burkay bang li hikûmeta Tirkiyeyê, partiyên dijbereyê û hemû aktorên siyasî û rewşenbîran kir û wiha axivî: “Êdî bes e! Divê pirsgirêka kurd li ser esasê wekhiyê were çareserkirin. Gelê kurd zarok nîne bile ti kes gel nexapîne.”

Burkay bang li siyasetmedarên kurd ên li nav partiyên mîna AKP, CHP û partiyên din ên Tirkiyeyê de kar kirine, kir tevlî HAK-PARê bibin.

Wî siyasetmedar û rewşenbîrê kurd li ser xwe jî axivî û wiha xatirê xwe xwest: “Min 50 sal siyaset kir. Min pir axivî û pir nivîsî. Li gorî min tiştek nema ku neyê gotin. Lê êdî temenê min têra wê nake ku ez bilezînim, çimkî serokê giştî divê bilezîne. Êdî li min biborin.”

Kongre dê îro ji nav du namzedan serokê nû yê partiyê hilbijêre.