159 çavderên navneteweyî dê hilbijartinan bişopînin

Hewlêr (Rûdaw) - 159 çavderên navneteweyî û 5 hezar muşahid dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bişopînin.

Hilbijartinên dewreya 6an ên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.

Propagandaya hilbijartinan doh (25ê Îlonê) dest pê kir û dê heta 15ê Çiriya Pêşîn berdewam bike.

Li gorî agahiyên ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê dane Rûdawê, 159 çavderên navneteweyî dê hilbijartinan bişopînin.

Ev çavdêr li ser navên 5 saziyên navneteweyî tên û wan saziyan navên xwe li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê qeyd kirine.

Li gorî agahiyan, navên 4 saziyan ji wan wiha ne:

- Saziya Pêşmerge ya Navneteweyî ya Mafên Mirovan

- Saziya Dostaniyê ya Navneteweyî ya Swêdê

- Saziya Dostaniyê ya Navneteweyî ya Fînlandayê

- Enstîtuya Dostaniyê ya Navneteweyî (NDI)

Berpirsê Pêwendiyan ê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Hesen Qebes ji Rûdawê re got:

“Xeyn ji wan 5 saziyan dê çavderên konsulxaneyên Brîtanya û Filistînê yên Herêma Kurdistanê jî hilbijartinan bişopînin.”

Li gorî agahiyên ku Hesen Qebes dane, dê UNAMI jî hevkariyê bi Komîsyona Hilbijartinan re bike.

Serokê Entstîtuya Kurdî ya Hilbijartinan Aram Cemal jî li ser karên çavdêriyê av agahî dan:

“Çavdêr dê li navendên dengdanê bin lê nabe ku bandorê li dengderan bikin.

Dê raporên wan radestî Komîsyonê werin kirin û dê binpêkirin û rewşa pêvajoya dengdanê werin qeydkirin.”

Divê were gotin ku 31 kanalên medyayê yên biyanî jî ji bo şopandina hilbijartinan navên xwe li Komîsyonê qeyd kirine.

Her wiha dê 207 çavdêrên cihî û 5011 muşahid jî hilbijartinan bişopînin.

Ji bo hilbijartinên dewreya 6an ên Parlamentoya Kurdistanê hezar û 191 kes bûne namzed ku di nav wan de 368 jin û 823 mêr hene.

Di dewreya 6an de Parlamentoya Kurdistanê dê ji 100 kursiyê pêk were ku 5 kursî wekî kota ji Tirkmen û Xirîstiyanan re hatine veqetandin.

Ji bo kursiyên kotayê jî 20 Tirkmen û 18 Xirîstyan bûne namzed.