Li Bokanê ji malbatekê 3 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji malbatekê 3 kes hatine desteserkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê da zanîn ku hêzên îdareya Îtilaatê (îstixbarat) duh bi ser gundê Terexê yê Bokanê de girtiye.

Hengawê diyar kir ku Sirwe Şîrî (22) û birayê wê yê bi navê Peyman Şîrî (19) li gel pismamê wan ê bi navê Ferdîn Şîrî li gundê Terexeyê yê Bokanê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine desteserkirin.

Hêzên îdareya Îtilaatê bêyî nîşandana belgeyeke yasayî ev sê kes desteser kirine û piştre veguhastine girtîgeheke li Urmiyeyê.

Heta niha ti zanyarî derbarê sebeba desteserkirin û tometbarkirina wan her sê Kurdan nehatiye bidestxistin.