HREyê nasnameya fermandarekî eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku yekî ji fermandarên wan di êrişeke xedar de canê xwe ji dest da.

Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku fermandarê wan ê bi nasnavê Karker Tolhildan canê xwe ji dest daye û nasnameya wî eşkere kir.

HREyê da zanîn ku Ridvan Uluganayê bi nasnavê Karker Tolhildan 10ê Hezîran 2023yan li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di êrişeke xedar de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, Ridvan Ulugana bi eslê xwe ji navçeya Elcewazê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ye û sala 2007 tevlî rêxistinê bûye.

Karker Tolhildan sala 2013an bi komek hevalên xwe re ji Amanosê derbasî Efrînê bûye û 10 salan bê navber kar û xebat meşandine. 

HREyê her wiha got, “Rizgarkirina Efrînê yekemîn armanca fermandar Karker bû. Ev deynê li ser milê  me ye û em dê pêk bînin.”