Omer Ocalan li ser Ala Kurdistanê û lêpirsîna derbarê lîstika Amedsporê de bertek nîşan da

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê yê Rihayê, Omer Ocalan li ser lêpirsîna Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya derbarê lîstika Amedspor-Bursasporê de bi hinceta “bilindkirina Ala Kurdistanê” ji aliyê hin kesan ve, bertek nîşan da.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û Parêzgariya Amedê duh Yekşemê 25ê Îlona 2022an piştî belavbûna wêneyên Ala Kurdistanê di lîstika Amedspor-Bursasporê de ragihandin ku derbarê wan kesan rêkarên yasayî dest pê kirine û lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê, Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê Twitterê di du peyamên bi Tirkî û Kurdî derbarê biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya li ser lîstika Amedspor-Bursasporê bertek nîşan daye û ragihandiye, “ev ala ku di lîstika Amedsporê de hatiye vekirin, ala Herêma Kurdistana Federal e.”

Omer Ocalan di peyama xwe ya bi zimanê Tirkî de ku wêneyeke alîgirên Amedsporê di stadyumê de bi ala Kurdistanê hatiye nîşandan, dibêje, “Ev ala ku di lîstika Amedsporê de hat vekirin, ala Herêma Kurdistana Federal e. Nerehetiya Parêzgarî û Wezareta Karên Hundir dibe ku ji ber têkçûna di lîstikê de be.”

Parlamenterê HDPê yê Rihayê herwiha di peyama xwe ya bi zimanê Kurdî de jî ragihandiye, “Hemû Kurd ji nirxên Kurdistanê hez dikin. Navê fermî yê navneteweyî Hikûmeta Federal a Kurdistanê ye. Ev rewş ji bo Tirkiye jî derbasdar e.

Erka me parastina hemû nirxên Kurdistanê ye. Ji ber ku Kurd miletekî bindest û berxwedêr e.”

Duh Yekşembê 25ê Îlona 2022an, di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de her du tîmên Amedspor û Bursasporê li bajarê Amedê hatin hemberî hev û lîstik bi encama 2-0 di berjewendiya Amedsporê de bi dawî hat.

Di lîstikê de li stadyumê ji aliyê hejmarek kesan ve alên Kurdistanê hatibûn bilindkirin.

Herwiha hin kes jî bi tîşortên wêneyê keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî ku di dema desteserkirina ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê de li Tehranê canê xwe ji dest dabû, li stadyumê amade bûbûn.

Piştî ku dîmenên lîstikê li ser medyaya civakî belav bûn, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê û Parêzgariya Amedê ragihandin ku li ser dîmenan lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, derbarê 7 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dan û heta niha 5 kes ji wan hatine desteserkirin.

Her li gor agahiyên Rûdawê, her 5 kesên ku hatine desteserkirin, endamên Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) ne.