Hewlêr (Rûdaw) - Topbarana Îranê ya li ser Sîdekan a parêzgeha Hewlêrê roja Duşemê di roja xwe ya sêyem de berdewam kir û di nav xelkê deverê de bû sedema metirsiyan.
Qaymeqamê Sîdekan Îhsan Çelebî ji Rûdawê re piştrast kir ku topbarana li herêmê di roja sêyemîn de berdewam dike.
Ajansa nûçeyan a Tasnim a girêdayî Pasdarên Îranê îdia kir ku bombebaran baregehên komên opozîsyonê yên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kirine armanc.
Topbarana Îranê ya li ser gundên Reşkin, Derhol û binparêzê yên Sîdekanê ku herî kêm 100 malbat li wan deran dijîn xistiye bin metirsiyeke mezin.
Gundiyekî devera Berbazînê yê bi navê Ehmed Seîd roja Yekşemê ji peyamnerê Rûdawê Bextiyar Qadir re ragihand “Herî kêm 50 top ketin xwarê. Willeh top wekî baranê li nêzikî malên me dibariyan. Malbatên me, zarok jî di nav de, diqîriyan. Divê em çi bikin? Em neçar in ku birevin.”
Welatiyek din ê bi navê Zana Surçî jî di derbarê tpbarana Îranê de got: "Wan bi bêmerhemetî me topbaran dikirin."
Ji destpêka topbaranê Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê heta niha der barê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatin bidestxistin.
Nerazîbûn û xwepêşanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser bûyera canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî ku roja 13ê Îlona 2022an ji aliyê polîsên Exlaqê yên Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre bi awayekî jihişçûyî bo nexweşxaneyekê li Tehranê hatibû veguhastin û roja 16ê Îlonê piştî 3 rojan canê xwe ji dest dabû, berdewam dikin.
Îran jî vê yekê ji xwe re dike hincet û deverên Herêma Kurdistanê yên ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin topbaran dike.
Medyaya Fars News a ser bi Pasdaran ve, roja Şemiyê êrişên ser her du partiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ) û Komale, ku her du grûpên opozisyonê yên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê ne, wek "bersiva piştgîriya xerab a hêmanên dijî şoreşê ji bo alozî û kiryarên hovane û bi armanca cezakirin û xistina van koman" pênase kir.
Her wiha Çelebî got: “Mixabin, gelek deverên din di kûrahiya [Herêma Kurdistanê] de, bi hinceta lêdana baregehên leşkerî yên partiyên Rojhelat [binkeyên opozîsyona Kurdên Rojhilatê Kurdistanê] tên armanckirin.”
Berpirsekî payebilind ê PDKÎ roja Yekşemê ji Rûdawê re ragihand ku topbarana Îranê nekariye partiya Kurdî bike armanc.
Fermandarê Pêşmergeyên PDKÎyê Kawa Behramî got “Îran ji duh saet 15.00an ve bi gelek top û çekên cuda êrîşî devera Sîdekan a ku Pêşmergeyên me lê ne, bê rawestan bikar tîne. Lê li gel ku gelek ziyan giha zeviyên çandiniyê yên xelkê, ti ziyan negihîştiye hêzên me.”
Çend partiyên Rojhilatê Kurdistanê, ku di nav wan de PDKÎ jî heye, bingehên xwe li çiyayên Herêma Kurdistanê hene û dem bi dem ji aliyê Îranê ve tên topbarankirin. Ew gelek caran Rojhilatê Kurdistanê bi hêzên ewlehiyê yên Îranê re ji bo mafên Kurdan şer dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse