Duyem roja Konferansa ‘Iraq: Qedereke Trajedîk’

Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa `Iraq: Qedereke Trajedîk` di roja xwe ya duyem de îro berdewam dike û konferans ji aliyê Navenda Lêkolînên Rûdawê ve bi hevbeşî li gel Navenda Fransî bo lêkolînên li ser Iraqê, Balyozxaneya Fransayê ya li Iraqê û Kovara Confluences ve tê rêkxistin.

Di Konferansa `Iraq: Qedereke Trajedîk` de hejmareke lêkolîner, akademîsyen û kesayetên Fransî yên ji riwangeyên ciyawaz, derbasbûna 100 sal di ser damezrandina Iraqê re dinirxînin.

Konferansa `Iraq: Qedereke Trajedîk` îro dê bi çar panelan berdewam be ku panela yekem di bin navê `Kêmîneyên Iraqê`, duyem di bin navê `Iraq û çarçoveyeke tundûtûjiyê`, sêyem bi navê `Pirsgirêka çavkaniyên xwezayî li Iraqê` û panela çarem jî di bin navê `Şoreş, tevgerên civakî, terorîzm: Çi pêşerojek bo Iraqê di çarçova Rojhilata Navîn de` birêve diçin.

Di panela sêyem de çavkaniyên sirûştî yên Iraqê di bin navê `Pirsgirêka çavkaniyên xwezayî li Iraqê` tên nirxandin û di panelê de giftugo li ser pirsa enerjî û çavkaniyên sirûştî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê û derfetên veberhênana di vê sektorê de tên kirin.

Herwiha di panelê de, rola kompaniyên Fransî di niştimankirina petrola Iraqê û stratejiya li Iraqê di sektora enerjî û enerjiya nûdibe de tê giftugokirin.

Birêveçûna vê panelê di demekê de ye ku kompaniya Total a Fransî li Iraqê di sektora enerjiyê de kar dike. Destpêa vê mehê jî, vê kompaniyê, girêbesteke 27 milyar dolarî li gel hikûmeta Iraqê îmze kir ku ew girêbest bo karkirina li ser 4 proje ye di warên jêrxana veguhastina gazê, dabînkirina elektrîkê û bilindkirina şiyana berhemanîna elektrîkê.

Di roja yekem a konferansê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Ev 100 sal in Bexda naxwaze pirsgirêka gelê Kurdistanê çareser bike. Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve 100 sal e zordarî tam kirine, mixabin pişt sed salan jî niha gelê Kurdistanê mijûlî bidestxistina mafên xwe ye, wek çawa her dem tirs di dema derbasbûyî de hebûye, îro jî hêj tirs ji niha û rabirdû heye.”