Paşeroja Iraqê û egera derketina şerê navxwe li Hewlêrê hatin gotûbêjkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Panela duyem a Konferansa Iraq: Qedereke Trajedîk di jêr navê Iraq û Kontêksta Zordariyê hat lidarxistin û çend kesayetên siyasî û rojnamevan têde axivîn.
Panela îro ji aliyê Dr. Şêrko Kirmanc hat birêvebirin û têde Prof Pier Blan gotarek bi navnîşana Zordariya Dewletê û rewşa Zordariyê li Rojhilata Navîn û, Şatêl Newaf jî gotarek di bin navnîşana Pênc Nivîskarên Iraqî Di Bin Zordariya Dîroka Iraqa Nû de pêşkêş kirin.
Lê berî destpêkirina panela duyem, Dr. Adil Baxewan gotarek derbarê mijara federalî û paşeroja Iraqê û egera derketina şerê navxwe piştî hilbijartinên vê carê li Iraqê pêşkêş kir.
Ako Mihememd: Êzdî nav, ziman û her tiştê wan Kurdî ye
Paşê deriyê pirsyarê bo beşdaran hat vekirin û destpêkê Ako Mihemed, Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê, axivî û ragihand, “Ez dixwazim ji nave Êzdî ve destpê bikim, çimku eger em bixwazin behsa Êzdiyan bikin û lêkolînan derbarê wan de bikin, bêyî navlêkirineke rast û naskirineke dirist, lêkolînên derbarê wan de û encamên wan rast dernakevin.”
Ako Mihemed got, “Dixwazim vê yekê ji hemû aliyan û bi taybet lêkolînvanan re bibêjim, ku cudakirina Êzdiyan ji Kurdan û navlêkirina wan wek pêkhateyek cuda, bi ti awayî xizmeta wan nake û ew bê parastin dimînin, ji ber ku her tiştê Êzdiyan Kurdî ye.”
Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê diyar kir, navê Êzdiyan ji Êzdan ve hatiye ku tê wateya xwedêperestiyê. Navê wan bi temamî Kurdî ye, zimanê wan bi temamî Kurdî ye û hemû tiştên wan Kurdî ye.
Ako Mihemed da xuyakirin, berî rûxana rejîma Sedam Hisên, Şingal navçeya herî hejar a Kurdnişîn li Iraqê bû û nasnameya wan wek Ereb hatibû tomarkirin, tekez sedemek li pişt wê yekê hebû, divê ew yek bi başî bê dîtin.
Ako Mihemed herwiha daxwaz ji lêkolînvanan bi giştî û lêkolînvanên Fransî bi taybetî kir, ku hewlekî wisa nedin ku zirarê bigihîne Êzdiyan û nekevin hewlekî wisa ku wan ji Kurdan cuda bikin.
Di beşeke din a axavtinên xwe de, Ako Mihemed derbarê Iraqîbûn û Kurdistanîbûnê jî axivî û got, “Eger kesek li Kurdistanê xwe wek Iraqî nas neke, ew ne bêrêzê ye li hember kesên ku xwe Iraqî dibînin.” Bi gotina Ako Mihemed, Doza Kurd li Başûrê Kurdistanê heta niha jî nehatiye çareserkirin, lewra ew yek sedem e ku xelk hest bi Iraqîbûnê bike.
Ebûbekir Karwanî: Iraq dewlet nîne
Ebûbekir Karwanî, endamê berê yê serkirdatiya Yekgirtû bi pirsekê beşdarî di gotûbêja vekirî ya panelê de kir û got, gelo Iraq dewlet e? Karwanî behsa wê yekê kir, ku pirsgirêka Iraqê ev e ku axek e hêj nebûye niştiman, niştecihên wê hene lê nebûye gel û ev Iraqa niha weke kampekê ye.
Karwanî amaje bi wê yekê kir, ku Iraq di çarçoveya yasayên navdewletî de dewlet e , lê di realîteyê de ne dewlet e . Iraq di qadên navdewletî de wek dewlet tê naskirin, lê di rastiya xwe de dewlet nine. Karwanî herwiha diyar kir, Iraq ne dewlet e lê pênaseya dewletê heye û Heşd jî dewletek e di nav dewletê de.
Bi gotina Ebûbekir Karwanî, li Iraqê du dewlet hene, yek jê fermî ye ku di asta cîhanê de hatiye naskirin û pêwendî pê re tê kirin. Dewletek din jî heye, ku Heşda Şeibî ye ku dewleta nefermî ya Iraqê ye.
Karwanî destnîşan kir, paşeroja Iraqê nediyar e û gelek eger hene, wek egera rawestandina destûr, an şerê navxwe û her egereke din.
Rehman Xerîb: Serederiya xirab a dewletê li gel kêmîneyan sedema neseqamgîriya Iraqê ye
Rêkxerê Navenda Metro bo berevanîkirina li rojnamevaniyê, Rehman Xerîb jî di panelê de axivî û ragihand, siyaseta dewletê di 100 salên bihorî de xirab bûye, xirabiya serederiya dewletê jî li hember hemû aliyan bûye, hem netew wek dijatîkirina Kurd, hem olî bûye wek dijatîkirina cihûyan. Bi gotina Rehman Xerîb, reftarkirina dewletê li gel kêmîneyên navxwe, herdem bûye sedema neseqamgîriya Iraqê.
Azad Cundiyanî: Ereb bi temamî netewekî dagîrker e
Endamê berê yê Polîtboruya YNKê, Azad Cundiyanî jî beşdarî di gotûbêja vekirî ya panelê de kir û got, “Me taybetmendiya xwe heye û dîrokê îsbat kiriye, her dema ku Iraq bihêz bûbe, Kurdistan di zehmetiyê de bûye.”
Azad Cundiyanî axavtina xwe bi vê pirsê domand, ku “gelo Brîtanya û Fransa ku Iraq çê kirin, çima çûn û kesek ji derveyî Iraqê anîn û kirin şahê welat?”
Cundiyanî her bi xwe di bersiva vê pirsê de got, “Netewa Ereb ji Cizîra Ereb ve dagîrker bûye û bi temamî netewke dagîrker e û dagîrkariya wê jî her tim zêdetir bûye.”