Li Pirsûsê zeviya mayin kirî de pevçûn derket

 

Hewlêr (Rûdaw)- Di navbera kesên bo piştgiriya Kobanê çûbun derîye sînor Murşitpinarê û hêzên ewlekariya Tirkiyeyê pevçûn derket
.

Kesên  ji bo piştgiriya kurdên Kobanê ji bakur derbasî Rojavaya Kurdistanê bûbûn dema xwestin vegerîn ji aliyê cendermeyên Tirkiyeyê ve hatin rawestandin.

Cendermeyên Tirkiyeyê bi bombeyên gazê êrîş li xwe pêşandaran kirin û wan jî bi keviran bersiv dan.

Di encamê de sê kes hatin girtin.

Îro bi hezaran kes kilometreyek dûrî rojhilitê Kobaniye derbasî wî aliyê sînor bûbûn.

Hat dîtin cendermeyên Tirkiyeyê  kesên ku ji Kobaniyê vedigiryan li zeviyek her du aliyên wê mayinkiriî bi bombeyên gazê êriş li dikir.

Kesên ku li gundê Etmanekê dûçarê êrîşan mayîn li zeviyek her du aliyê wê  mayinkirî  çalakiya rûniştinê kirin.

Cenderme dixwazin kesên ku derbas bûne li  gundê Yumurtalikê vegerin û nasnameya wan bê kontrol kirin.

Nav kesên ku dixwestin vegerin parlamenteren Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hin nûnerên komeleyên sivîl jî hene.