Mereş: Polîsek mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mereşê polîsekî malnişîn li parkê mirî hat dîtin.

Li navçeya Onîkîşubatê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê li parkê termek hat dîtin.

Li Baxçeyê Miletê yê navçeya Onîkîşubatê kesek hat dîtin ku bê tevger razaye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Li gorî lêkolînan wî kesî canê xwe ji dest daye û ew polîsê malnişîn Bîlal Gokçelî yê 54 salî ye.

Tîman piştî kar û xebatên Serdozgeriya Komarê ya Mereşê termê wî bir Saziya Pizîşkî ya Edlî.