Silêmanî - Li deriyê sînorî yê Perwîzxanê agir bi tankeran ket: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li deriyê sînorî yê Perwîzxanê yê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de agir bi tankeran ket, kesekî canê xwe ji dest da.

Li parka tankeran a deriyê sînorî yê Perwîzxanê yê Silêmaniyê ji ber sedemke nediyar agir bi 12 tankeran ket.

Berdevkê Parastina Sivîlan a Germiyanê Îbrahîm Mihemed li ser agir ji Rûdawê re axivî.

Îbrahîm Mihemed got, "Îro êvarê li parka tankerên sotemeniyê agir bi tankerekê ket û teqiya.

Di encamê de gelek tanker şewitîn."

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê 11 tanker şewitîne.

Herwiha Îbrahîm Mihemed da zanîn, "Ji ber bûyerê kesekî canê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn."

Kesê ku canê xwe ji dest daye şofêrê yek ji wan tankeran e.

Tîmên parastina sivîlan ji bo kontrolkirina agir xebatên xwe didomînin.