Li Zap-Avaşînê leşkerek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku leşkerekî wan hatiye kuştin.

Wezaretê da zanîn ku ev leşker, li herêma Zap-Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê de birîndar bûbû.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser kuştina leşkerê xwe daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand leşkerê wan ê bi navê Erkan Selçuk ku doh li Başûrê Kurdistanê birîndar bûbû, miriye.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, Erkan Selçuk di encama teqîna bombeyeke ku ji aliyê gerîlayên PKKyê ve hatibû çandin miriye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.