Li Raco ya Efrînê xelk daketin kolanan

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Raco yê herêma Efrînê, bi dehan kes ji ber qutbûna avê, kêmbûna nan û xirabiya kalîteya nan û herwiha rewşa xirab a xizmetguzariyan xwepêşandan kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 25ê Tebaxê li bajarokê Raco yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku niha di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye, bi dehan kes deretin kolanan û xwepêşandan kirin.

Xwepêşanderan daxwaza çakkirina rewşa, av, nan û xizmetguzariyan kirin û li dijî encûmena xwecihî û rayedarên herêmê dirûşm gotin.

Ev zêdeyî sê mehan dibe, xelkên herêmên Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin dagîrkariya Tikriyê û komên çekdar ên girêdayê wê de ne, xwepêşndanan li dijî xirabiya rew xizmetguzariyan, bi taybet qutbûna avê, kêmiya gazê û elktirîkê û buhabûna nirxan dikin.

Herêma Efrînê di 18ê Adara 2018an de û piştî êrîşeke mezin a artêşa Tirkiyê de ku navê Operasyona Çiqlê Zeytûnê lê hatibû kirin, di bin dagîrkariya Tirkiyê de ye. Ji wê demê ve hêzên Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve li herêmê bicih bûne.