30 kesên di Çemê Muradê de asê mabûn hatin rizgarkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê 30 kesên ku ji ber bilindbûna rêjeya ava Çemê Muradê asê mabûn, hatin rizgarkirin.
Li gor zanyariyan 3 malbat ji bo seyranê çûn gundê Kumgeçit ê ser bi parêzgeha Çewligê ve û li kêleka Çemê Muradê rûniştin, lê piştî demekê rêjeya ava çem bilind bû û 30 kes di çem de asê man.
Li ser agahdarkirinê Tîmên Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) û hêzên cendirme çûn cihê bûyerê.
Piştî xebata 2 demjimêran 30 kesên ku di çem de asê mabûn hatin rizgarkirin.