Muharrem Înce: CHP û HDPê şaşitî kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê berê yê posta serokomariya Tirkiyê û Endamê Komîteya Navendî ya CHPê Muharrem Înce îro serdana Ahmet Turk kir ku bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji kar hatiye dûrxistin. Înce got ku CHP û HDPê berê şaşitî kirine, lê niha CHP piştevaniya HDPê dike.

 

Di berdewamiya nîşanda piştevaniyê ji bo HDPê, şandeke CHPê îro 26ê Tebaxê serdana Mêrdînê kir û bi Ahmed Turk Hevserokê Şaredariya Mêrdîmê re civiya ku ji kar hatiye avêtin û  weyûm li şûna wî hatiye danîn.

 

Şandeke CHP bi serokatiya Muharrem Înce serdana Mêrdînê kirin , Ahmet Turk ragihand ku rojekê piştî hilbijartinan waliyan daxwaza danîna qeyûman kirine, lê ji ber rewşa Stenbolê nehate cîbicîkirin û  di 19 Tebaxê de cîbicî kirin.

 

Turk got: “Tenê Rojekê piştî hilbijartinên 31 Adarê waliyên Mêrdîn, û Amedş û Wanê daxwaz kirine qeyûm bêne danîn lê ji ber zelal nebûna encama dengdana Stenbolê ew yek hatiye paşxistin û di 19 Tebaxê de em rastî darbeyeke weha hatin.

 

Tenê daxwaziyeke me li wî welatî heye ew jî dadwerî, yeksanî û Tirkiyeyeke demokratîk e.  Ji bo paşerojeke demokrat divê em li dora nirxên hevbeş kom bibin û xebata xwe mezin bikin.Eger em weke opozisyon û kesên ku baweriya wan bi demokrasiyê heye li dora nirxên hevbeş kom benin û xebata xwe mezin nekin sibe em dê rastî rewşeke xerabtir bibin.”

 

Mûherem Înce jî da xuyakirin ku dema serdana Mêrdînê kiriye li ser her stoneke elektirîkê wêneyê Serokê Giştê yê AK Partiyê heye û Sedam Husên aniye bîra wî û got: “Li ser her stoneke elektirîkê wêneyê Serokê Giştî yê AKPê heye , nikare biçe nav dilê xelkê dê biçe ser stona elektirîkê, tiştê wisa , Qezaxistan u Turkmenistan û Sedam anî bîra min, weke serdema Sedam e, li ser her stonekê çi karê te heye? Li ser her Stonekê resmek, dernekeve ser stonan xwe bixe nav dilê xelkê. 


Înce amaje kir ku CHP û HDPê berê şaşitî kirine lê niha CHP piştevaniya HDPê dike û wiha axivî: “Em dê temaşe bikin û bizanin ka karê em dikin raste yan ne, weke mînak  di demên berê de partiya we û partiya min jî şaşitî kirine. Di dema rakirina parêzbendiyan de partiya min şaşitî kir, min nekir, min deng jî neda heta min helwest jî wergirt, di giştpirsiya 2010ê de jî partiya we şaşitî kir ku boykot kir. Niha divê em wane li rexekê deynên temaşeyî pêşiya xwe bikin, piştevaniya me bo we ye, piştevaniya me ji bo demokrasiyê ye, piştevaniya me bo sandiqê ye  Sandiq namûsa demokrasiyê ye, tişta ji sandiqê derdikeve em dê bi tevahî qebûl bikin kî derkeve.

 

Çend roj beriya niha Muharem Înce ragihandibû ku bicîhkirina qeyûman li şûna serokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê, biryarekî siyasî ye û ti peywendiya xwe bi yasayan ve nînê.

 

Înce dabû zanîn  ew dê ji bo piştevanîkirina li Ahmet Turk, biçe Mêrdînê û serdana wî bike.

 

Beriya niha jî berbijêrê berê yê ji bo posta serokomariya Tirkiyê Muharem Înce, li zindana Edîrneyê serdana hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş kiribû.