FLAŞ – Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Kantona Cizîrê êrişî YPGê kir!
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Dêrik a li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera YPGê û Artêşa Tirkiyê de şer derket.
Li gorî agahiyan Rûdawê, îro li navçeya Dêrik a li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û leşkerên Artêşa Tirkiyê de şer derket.
Çavkaniyekî ji Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Li bajarokê Eyndîwar ê girêdayî bajarê Dêrikê leşkerên Tirkiyê gulle berdane çend xalên YPGê û şervanên YPGê jî bersiv dane wan.”
Çavkaniyê Rûdawê da xuyakirin: “Her du alî gulleyan davêjin hev û şer hêj berdewam e.”