BI DÎMEN – Ji bo pêşmergeyekî neştergeriyek dîrokî

Hewlêr (Rûdaw) – Pêşmergeyekî birîndar bi neştergeriyeke 14 seetan çareseriya pijişkî wergirt.  

 

Pêşmergeyê bi navê Keyfî, beriya 4 mehan li eniya Tilsiqofê di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bibû û milê wê seqet mabû.

 

Li Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê ji bo milê Kefyî operasyoneke neştergerî hate encamdan. Neştergeriyê 14 seetan ajot û serkeftî derbas bû.  

 

Peyamnêrê Rûdawê Neberd Husên ji nexweşxaneyê ragihand ku doxtoran gotiye niha rewşa tendurustiya Keyfî baş e.

 

Hêjayê gotinê ye ku ev yekemîn care li nexweşyaneyekê hikûmî yê Herêma Kurdistanê neştergeriyek wiha yê giran tê kirin.