Bi mûşekan êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên ewlehiyê yên Îraq û Amerîkayî ragihand ku şeva borî li bajarê Enbarê bi mûşekan êrişî baregeha Eyn Esedê ya Amerîkayê hatiye kirin.

Li gorî rayedarên ewlehiyê yên Îraq û Amerîkayê yên ku ji AFPyê re axivîn, êrîş bi 3- 4 mûşekan û dronek hatiye kirin.

Rayedarêkî ewlehiyê yê Îraqî got ku 4 mûşek li derdora baregehê ketine û ti zîyan çênebûne,

Lê perpirsekî ewlehiyê yê Amerîkî ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji ajansê re got:

"Êrîş bi sê mûşekan û dronekê hat kirin lê mûşek û dron li derdora baregehê ketin."

Li gorî zanyariyên destpêkê, ti ziyanên canî û madî çênebûne û bi fermî jî ti kesî berpirsyariya wê êrîşê negirtiye ser xwe.

Ev êrîş kêmtir ji 48 demjimêran piştî civîna Komîteya Bilind a Hevahengiya Amerîka û Îraqê ya li ser vekişîna hêzên hevpeyman ji Îraqê hat.

Komên çekdar ên Şîe ku berê berpirsyariya van êrişan girtibûn ser xwe, hîn berpirsyariya vê êrişê negirtiye ser xwe.

Bi êrişa li Îraqê re, hejmarek jêderên nêzîkî grûpên bi navê "Berxwedana Îslamî" got ku wan êrişî zeviya gazê ya Konîko li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûriyê kir.