Li Amedê ciwanek di çem de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismîlê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanê 14 salî yê di Çemê Embarê de avjenî dikir xeniqî.

Li gundê Koseliyê yê Bismîlê îro ciwanê 14 salî yê bi navê H.B. ji bo avjeniyê kete Çemê Embarê û piştî demekê di nav çem de bin av bû û wenda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebatên tîmên rizgarkirinê yên AFADê de termê H.B. ji nav çem hat derxistin.

Tîmên tendursitiyê term ji bo karên otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bismîlê.

Bi hatina demsala havînê re li Bakurê Kurdistanê hejmara kesên di gol, çem û bendavan de dixeniqin zêde bûye.