Li Kilîsê polîsekî cîranê xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê polîsekî ji ber cihê parkkirina otomobîlê bi demançeyê cîranekî xwe kuşt.

Li Taxa Yaşar Akturkê ya Kilîsê, di navbera polîsê fermanberê Navenda Ewlekariyê ya Kilîsê Mahmut Y. û cîranê wî Hamdî Oten de ji ber cihê parkkirina otomobîlê gengeşe derket.

Di dema nîqaşê de polîsê navborî demançeya xwe derxist û cîranê xwe birîndar kir.  

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û Hamdî Otenê 50 salî veguhestin nexweşxaneyê lê Oten, tevî hemû hewldanên pizîşkî jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku polîsê bi navê Mahmut Y. hatiye desteserkirin û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.