Artêşa Tirkiyeyê gundê Bênê yê Efrînê topbaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê gundê Bênê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, ku ser bi Rêveberiya Xweser ve ye, ragihand ku êvara roja sêşemê Tirkiyeyê gundê Bênê yê nahiyeya Şêrawayê ya Efrînê topbaran kir.

Topbaranê, xaleke hêzên artêşa hikûmeta Sûriyeyê ya li wî gundî jî kire armanc. 

Di encama topbaranê de çend leşkerên artêşa Sûriyeyê birîndar bûn, birînên hinek leşkeran giran in.