Balafirên Tirkiyê du otomobîl kirin armanc: 2 sivîl şehîd bûn (Hat Nûkirin)

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Bajarokê Bamernê ji Rûdawê re ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê du otomobîl li sînorê wê nahiyeyê kirin armanc û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku herdu jî sivîl in. Zanyariyên destpêkê amaje bi wê yekê dikirin, ku otomobîlên bûne armanca êrîşê, yên PKK bûne.

Balafirên cengî yên Tirkiyê sînorê bajarokê Bamernê ya ser bi qezaya Amêdî ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Bombebarana deverê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve derdora demjimêr 16:30 û li ser rêya gundê Barzankê û di navbera herdu gundên Xelpîş û Hesimpîrka çê bûye.

Rêveberê Bajarokê Bamernê, Hemîd Zubêr ji Rûdawê re ragihand, “ji kuştiyan kesek sivîl bûye û ew xortê sivîl ku şehîd bûye, navê wî Dilovan Şahîn e û temenê wî 29 salî bûye û xelkê gundê Keşanê ye.”

Hemîd Zubêr herwiha got, “nasnameya kesên din nediyar e lê renge gerîlayê PKKê be.”

Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê, Eyûb Nisrî derbarê bûyerê de ragihand, “kesê duyem ê ku di êrîşa îro de hatiye kuştin jî sivîl e û navê wî Ebdullah Ehmed e.”

Peyamnêrê Rûdawê got, ‘kesê duyem temenê wî 42 salî bûye û li bajarokê Mangêşkê polîs bûye.”

Kesûkarên Ebdullah Ehmed bi rêya plaka otomobîlê û kiteke sola wî, xizmê xwe nas kirine.

 

 

Rêveberê Bajarokê Bamernê, Hemîd Zubêr pêştir ji Rûdawê re ragihandibû, di êrîşa îro ya balafirên Tirkiyê de zirar negihîştiye ti kesên sivîl. Hemîd Zubêr gotibû:“balafirên şer ên Tirkiyê du otomobîlên PKKê kirin armanc û li gor zanyariyên destpêkê, du kesên di nava otomobîlekê de canê xwe ji dest dane.”

Rêveberê Bajarokê Bamernê herwiha dabû xuyskirin, di encama êrîşê de agir bi derdora gundê Barzankê ketiye û şewat derketiye, lewma tîmên berevaniya sivîl çûne cihê bûyerê û hewl didin agir kontrol bikin.

Welatiyekî deverê ji cihê bûyerê ji Rûdawê re ragihand, ew otomobîlên bûne armanca êrîşa balafirên Tirkiyê, pick up û otomobîleke taybet bûne û di her otomobîlekê de kesek hebûye.

Artêşa Tirkiyê şeva bihorî jî gundê Bêdihê li sînorê bajarokê Kanî Masê li qezaya Amêdiyê topbaran kiribû.

 

Rêveberê nahiyeya Kanî Masê, Serbest Sebrî derbarê wê êrîşê de ji Rûdawê re gotibû, “topxaneyên Tirkiyê şev gundê Bêdihê topbaran kirine lê ti ziyaneke canî nebûye lê agir bi wê navçeyê ketiye.”

Ji aliyê din, baskê çekdar ê PKK, Hêzên Paratina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku gerîlayên wan di du êrîşên cuda de 13 leşkerên Tirkiyê kuştine.

Zêdeyî 40 rojan e ku artêşa Tirkiyê li nav sînorê Başûrê Kurdistanê, li dijî PKKê dest bi operasyoên esmanî û bejayî kiriye û li gor zanyariyên ji çavkaniyên serbazî, artêşa Tirkiyê li hin deverên sînorê qezaya Zaxoyê bi qasî 40 kîlometran derbasî nav kûrahiya axa Herêma Kurdistanê bûye û li 15 cihên stratejîk ên deverê bicih bûye.

Operasyonên wê dawiyê yên Tirkiyê bûye sedem ku zirarên canî û maddî bigihîje welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê. Li sînorê qezaya Amêdiyê di encama êrîşên Tirkiyê de 4 xortên sivîl jiyana xwe ji dest dane û li sînorê bajarokê Kanî Masê jî sivîlek birîndar bûye.

Herwiha di êrîşa bo ser Kune Masî ya li sînorê qezaya Şarbajêr a Silêmaniyê de jî 3 sivîl birîndar bûbûn.

Li aliyeke din, komîteyên hevbeş ên Parlamentoya Kurdistanê jî raportek derbarê operasyonên wê dawiyê yên Tirkiyê di nav axa herêma Kurdistanê de amade kiriye, ku li gor wê raportê 104 gundên sînorê Soran û Sîdekanê û 55 gundên din ên ser sînor hatine valakirin.

Di raportê de hatiye gotin, ku li qezaya Zaxoyê, 25 gund li nahiyeya Derkar û 13 gund li nahiyeya Batîfa hatine valakirin. Herwiha li Amêdiyê 198 gund, li Şêladzê 85 gund û li Dînarte ya Akrê jî 24 gund hatine valakirin.

Li gor raporta komîteyên hevbeşê ên Parlamentoya Kurdistanê, di 28 salan de 50 kesên sivîl li wan sînoran hatine kuştin û 666 gulleyên topê û 70 mûşek li gundan ketine.