KIRMAŞAN – Bûyera tafîkê canê 5 kesan girt

Hewlêr (Rûdaw) – Di bûyereke trafîkê de li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

Li gor agahiyan, bûyer li ser rêya Kozeranê û di encama bihevketina kamiyoneke ISUZU û otomobîleke ji curê TÎBA de qewimî.

 

Cîgirê Fermandeyê Polîsê Rê yê Kirmaşanê, Ibadullah Mihemedî ragihandiye, di encama bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dane, ku di otomobîla TÎBA de bûne û ajovanê kamiyonê jî bi giranî birîndar bûye.

 

Ibadullah Mihemedî, herwiha ji rê derketin û wergeriyana otomobîla TÎBAYê weke sedema çêbûna wê bûyera trafîkê li ser rêya Kozeranê bi nav kiriye.