BILÊC - Gundekî biçûk bi dehan xwendekarên zanîngehê derxistine
Tirbespiyê (Rûdaw) – Gundê Bilêcê ser bi bajarokê Tirbespiyê ve ye. Ew nêzîkê gundê Til Marûf e, ku demekê ketibû bin destê çekdarên DAIŞê. Gundê Bilêc bi asta xwendin û hejmara zêde ya xwediyên bawernameyên zanîngehê tê naskirin. Lê niha ji sedî 50 ji nîştecihên gund malên xwe bi cih hiştine û dibistana gund jî hatiye girtin.
Piştî rojeke havînî ya pir dirêj, sewal berê xwe dide gundê nîve vala. Rewşa piraniya gundên rojavayê Kurdistanê dişibe hev. Gund nîv bi nîv vala bûne û asewarên vê yekê jî li ser kavilan diyar dibin.
Gundê Bilêcê ya ser bi Tirbespiyê ve, di sala 1954ê de ji nû ve hatibû avakirin. Hevkarî, hezkirin û dilgermî tayên tevna civakî ya gund bûn.
Nîştecihê gund Hesen Şêx Zên dibêje: “Ev der gundê Bilêc e û di sala 1954ê de hatiye avakirin. Debara jiyana gund berî li ser sewalgerî û çandiniyê bû. Tevahiya gundi weke ml û malbatekê bû. Hemûyan jî zarokên xwe dane xwendin.”
Gundê Bilêc bi asta xwendin û hejmara zêde ya xwediyên bawernameyên zanîngehê naskirî bû. Ti mal di gundê Bilêc de nîne, ku hejmarek ji xwediyên bawernameyên zanîngehê di warên cuda de jê derneketibin.
Lê niha ew dibistana ku ew qas derçûyên zanîngehê tê de dest bi xwendinê kiribûn, deriyê wê hatiye girtin ji ber ku hejmara pêwîst a xwendekaran nemane.
Mamoste Ebdilkerîm Îbrahîm dide xuyakirin: “Li Bilêcê hejmara kesên xwendevan gelek e. Di nava wan de kesên endazyar, pizîşk û mamoste hene. Ez jî yek ji wan kesên nifşa yekemîn im ku xwediyê bawernameya zanîngehê me. Me nifşek jî da xwendin. Lê niha hûn dibînin gund vala bûye û di dibistanê de xwendekar nemane. Piraniya wan koçber bûn.”
Ji ber koçberiya zêde ya ciwanan, bare li ser milên keçan jî girantir bûye. Êdî ew ne tenê karûbarên nav malê dikin, lêbelê pir caran wan karan jî dikin ku berê tenê taybet bi mêran bûn.
Keça bi navê Elend Ebdilselam jî dibêje: “Di gundê me de kes nemaye, di nava zarokan de jî tenê keçik mane. Di karûbarên jiyanê de em alîkariya hev dikin. Em tev de weke malekê ne.”
Ne tenê gundê Bilêc li Rojavayê Kurdistanê geş û çalak bû û niha nivevala û xemgîn maye, lê ev rewşa piraniya gundên Rojavayê Kurdistanê ye.
Roj li vî gundî niha diçe ava bi hêviya ku bi hilatina roja sibe re gundî bi vegera kesûkarên xwe şa bibin û careke din ew dilgermî û şahî li kolanên vî gundî vegerin.