Egera destpêkirina operasyoneke serbazî ya li ser Rojavayê Kurdistanê heye?

Hewlêr (Rûdaw) - Egera derketina şer an jî destpêkirina operasyonên serbazî li ser navçeyên HSDê û Opozîsyona Sûriyê careke din ketiye rojeva Sûriyê.

Li gorî çavdêrên rewşa Sûriyê, çavê Hikûmeta Sûriyê li ser navçeya başûrê Idlibê û rêya M4 e. Li hember jî, çavê Tirkiyê li ser navçeyên Til Rifet, Minbic û Kobaniyê ye.

Di bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê de, Endamê Desteya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurdistanî Nizar Mûsa û Lêkolerê Navenda Feratê Welîd Çolî derbarê vê mijarê de axivîn.

Leşkerkêşiya li bakurê Sûriyê careke din egera derketina şer an jî destpêkirina operasyonên serbazî xistiye rojevê. Li gorî çavdêrên rewşa Sûriyê, piştî bîstemîn gera hevdîtinên Astanayê, çavê Sûriyê û hevalbendên wê li ser navçeya di navbera Seraqib, Erîha, Cisir el-Şixûr, heta Kibênê li bakurê Laziqiyê û başûrê M4 e. Li hember jî, çavê Tirkiyê li ser her sê navçeyên Til Rifet, Minbic û Kobaniyê ye.

Endamê Desteya Siyasî ya Partiya Yekîtî Nizar Mûsa got, “Di vê demê de dê ti egerên operasyoneke nebin. Ji xwe ti guhertinên zêde nînin tevî ku berî çend rojan hevdîtinên Astanayê hebûn û di wir de jî hate diyarkirin.”

Lêkolerê Navenda Feratê Welîd Çolî li ser pirsa “Li herêmê di şûna şer de hevtêgihîştin heye” anî ziman, “Ev nêrîn zêdetir di beşa Amerîkî de heye. Gefên Tirkiyê bi rastî gelekî metirsîdar in.”

Bazarên siyasî û meydanî di navbera aliyên Astanayê de tên kirin. Lê çavdêr û şopînerên rewşa herêmê helwêsta Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî derbarê her tevgereke serbazî de li dijî navçeyên HSDê yekalîker dibînin.