Li Meletiyê şerê çekdarî: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdisanê di navbera du grûpan de şerê bi çekan çêbû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan 26ê Hezîrana 2023an li parêzgeha Meletiyê li çayxaneyekê ji ber mijara pereyên bi deyn di navbera du grupan de şerê bi çekan çêbûye û di encamê de 6 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê û kesên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin lê tevî hemû midexaleyan Isak Koç ê 31 salî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan 2 kesên gumanbar girêdayî bûyerê hatine desteserkirin lê derbarê rewşa tenduristiyê ya birîndaran de ti agahî nehatine belavkirin.