14 baroyên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan Baroya Amedê

Hewlêr (Rûdaw) - 14 baroyên herêmê piştgirî dan Baroya Amedê ku li ser Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Li dijî Baroya Amedê ya Bakurê Kurdistanê li ser giliya parêzerekî ji ber daxuyaniya çapemeniyê ya 24ê Nîsanê ya bi helkefta salvegera bûyerên 1915an lêpirsîn hatiye destpêkirin. Wezareta Dadê ya Tirkiyê destûr daye ku derbarê Serokê Baroya Amedê û komîteya rêveberiyê ya baroyê de lêpirsîn bê destpêkirin.

Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Dêrsim, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê bi daxuyaniyeke hevbeş piştgiriya xwe bo Baroya Amedê nîşan dan.

Daxuyanî bi sernava "Em êşa felaketeke mezin ezmûn dikin" hatiye belavkirin.

Baroyan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku “ji ber îfadeyên wan ên derbarê pevçûn, şer û binpêkirinên mafan ên berê de lêpirsîna wan nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku demildest lêpirsîn bê bidawîkirin.

Wezareta Dadê ya Tirkiyê ragihandiye, parêzer Mehmet Tûnç ji ber daxuyaniya roja 24ê Nîsanê ya Baroya Amedê ya derbarê Komkujiya Ermeniyan de gilî tomar kiriye, lewra wezaretê derbarê Baroya Amedê de dest bi lêpirsînê dike.

Ji ber hincetên navborî Wezareta Dadê li ser Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Endamên Lijneya Rêveberiyê Zuhal Işik, Serdar Ozer, Seyît Riza Karakaş, Mehmet Erdem, Elî Îsmet Girgin, Diyar Ruknedîn Çetedir, Mehdî Ozdemîr, Oyku Çakmak, Hatîce Demîr û Atîlla Berk li gorî madeya 301an diyar kir ku destûra lêpirsînê hatiye dayîn.