Efrîn; 3 Kurd û 2 Ereb bi tohmeta hevkariya bi HTŞ re hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Feyleq el-Şam 3 welatiyên Kurd û 2 Erebên hawirde li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi tohmeta têkilî û hevkariya bi Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) re girtine.

Rêxistina Mafên Mirov a Efrîn-Sûriye ragihand, grûpa Feyleq el-Şam sê welatiyên Kurd bi navên Mihemed Ehmed Silêman, Xelîl Ehmed Şewitî û Yasir Cuma Elo li gundê Fafertînê yê ser bi nahyeya Şêrawa ya Efrînê girtine.

Li gor wê rêxistinê, ew her sê welatiyên Kurd bi tohmeta ku serderî li gel grûpa Heyet Tehrîr el-Şamê hebûne, hatine girtin.

Heman çavkaniyê diyar kiriye, çekdarên Feyleq el-Şam 2 erebên hawirde jî li Efrînê bi tohmeta alîkarîkirina HTŞê girtine.

Herdu kesên ereb jî xelkê gundê Burc Heyder ê parêzgeha Idlibê ne û piştî girtinê ji bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Ew pêşhat piştî wê yekê tê ku Heyet Tehrîr el-Şam beriya çend rojan ber bri Efrînê ve çûbû û hehjmarek gund kontrol kiribûn.

Herwiha grûpa Ewlekariya Siyasî ya ser bi rêveberiya niha ya li Efrînê, welatiyekî Kurd li gundê Gurzîliyê bi tohmeta peywendiyên wî bi Rêveberiya Xweser re girtine.