Belcîka: Ji bo piştevaniyê em hewl didin Rêveberiya Xweser nas bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Wezareta Derve ya Belcîka ji berpirsên Rêveberiya Xweser re gotiye, ew dê hewl bidin Itirafê bi Rêveberiya Xweser bikin û di warê ewlekarî û aborî de alîkariya wê bikin.

Şandeke Wezareta derve ya Belcîka bi serokatiya şandiyê taybet yê Belcîka ji bo Sûriyê û balyozê wî welatî li Libnanê Hubert Cormann serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel berpirsên Rêveberiya Xweser civiya.

Li gor malpera Fermaî ya Rêveberiya Xweser, şanda Belcîkî çareseriya siyasî li gor biryara 2254 a Encûmena Asayişê, gef û êrîşên Tirkiyê û rewşa aborî û mirovî ya kamp û koçberan gotûbêj kirine.

Serokê Şanda Belcîkayê Hubert Cormann tekez kir ku Belcîka di pêşkêşkirina alîkariya mirovî de berdewam dibe, ew agahdarî rola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di şerê dijî DAIŞê de ye.

Hubert Cormann herweha got ku ew dê hewl bidin ku Itirafê bi Rêveberiya Xweser bikin û di warê ewlekarî û aborî de piştevaniya wê bikin.

Cormann got: “Em hewl didin Rêveberiya Xweser û projeya wê ya demokratîk nas bikin û destka ewlehî û aborî bidin da ku ewlehî û aramiyê li tevahî Sûriyê û taybet Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk bînin."