OHD: Li Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin îşkencekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Hiqûqnasan Bo Azadiyê (OHD) ragihand ku li 2emîn Girtîgeha Girtî ya Amedê gardiyanan bi hinceta madeyê hişbir 5 girtiyên edlî hatine derbkirin.

Li gor agahiyan li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê malbatên girtiyan piştî xebera îşkencê çûne pêşiya girtîgehê lê rêveberiya Girtîgeha 2emîn a Tîpa T derbarê bûyerê de ti agahî nedaye malbatan.

Herwiha parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasan Bo Azadiyê (OHD) derbarê bûyerê de ligel girtiyan hevdîtin kirine û malbat ji rewşê agahdar kirine.

Parezerên OHDê diyar kirin ku gardiyanan bi ser cihên girtiyan de girtine û bi hinceta madeyên hişbir li girtiyan dane û piştî vê bûyerê cihê hejmareke girtî gûhertine.