Kurdistan û Holenda pêwendiyên xwe pêş dixin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurtdistanê, Nêçîrvan Barzanî û şanda payebilind a Holendayê, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên navbera her du aliyan kirin. Nêçîrvan Barzanî di civînê de hêvî kir, ku Holenda di warên cuda de alîkariya Kurdistanê bike

 

Doh roja Duşemî 25ê Hezîrana 2018an, Serokwezîrê Herêma Kurtdistanê, Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Wezîra Bazirganî û Alîkara Geşepêdana Holendayê, Sigrid Kaag û Rêvebira Giştî ya Beşê Bakurê Afrîqa û Rojhilata Navîn li Wezareta Derve ya Holendayê, Birgita Tazelaar, Balyozê Holendayê li Iraqê, Mathijs Wolters, û Konsula vî welatî li Herêma Kurdistanê, Janet Alberda û şandeya bi wan re kir.

 

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de şanda payebilind a Holendayê, amaje bi giringiya Iraq û Herêma Kurdistanlê ji bo Holendayê kir û amadehiya welatê xwe ji bo alîkariya saziyên Herêma Kurdistanê di warên cuda de nîşan da.

 

Herwiha şanda Holendayê rola gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşwazîkirin û hewandina hejmareka zêde ya koçber û penaberên ji Suriyê  û deverên cuda yên Iraq de, bilind nirxand.

 

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye gotin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên leşkerî û mirovî yên Holenda ji bo Herêma Kurdistanê kir û bi kurtî behsa rewşa ewlehî, siyasî û mirovî ya Herêma Kurdistanê kir.

 

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest, ku Holenda di warên cuda de û bi taybetî di warên aborî, darayî û çandiniyê de ku ezmûneke zengîn heye, hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

 

Di beşek din ê civînê de behsa têkeliyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Holendayê hat kirin û di vî warî de rola revenda kurdî li Holendayê bilind hat nirxandin.

 

Rewşa Siyasî û hilbijartinên vê dawiyê yên Iraqê û çend pirsên din di civînê de hatin gotûbêjkirin.

 

Di civînekê de, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Seroaktiya Herêma Kurdistanê, Fuad Hisên û hejmarek wezîrên hikûmetê amade bûn.