Zarok, jin û pîr di xew de girtin û ew kuştin

Hewlêr (Rûdaw)- Penaberên Kobanî yên li Başûrê Kurdistanê behsa kumkujiya ku Kobanî dikin û dibêjin, çekdarên DAIŞê zarok, jin û pîr di xew de girtin û serê wan jê kirin.

Peymanêra Rûdawê serdana penaberên Kobanî yên li nahiyeya Beherkê ya parêzgeha Hewlêrê kir da ku ew behsa rewşa Kobanî bikin.

Wan penaberan tekez kirin ku, çekdarên DAIŞê duhî girtin ser Koabnî û zarok, jin û pîr di xew de girtin û serê wan jê kirin.

Yek ji penaberan dibêje, tenê gundê Berx Botanê, çekdarên DAIŞê 43 jin zarok û kal ku razayî bûn, kuştine.

Herwiha penaberekî din dibêje, dema Koabnî ket destê DAIŞê wisa komkujî çênebû.

Ew penaber daxwaz dikin ku Pêşmergeyên Rojava vegerin Rojava û bajarên xwe biparêzin.

Bi rêya Rûdawê bangekê bo alîkariya Koabnî û bi taybetî birîndarên duhî dikin.

Duhî serê sibehê çekdarên DAIŞê êrişî Kobanî kirin û komkujiyek li wir pêk anîn. Piştre wan çekdaran 4 cih li nava bajêr kirin çepera xwe û şer û pevçûn di navbera wan û şervan, asayiş û xelkê Kobanî de heta şevê din berdewam dikir.

Li gorî agahiyên Rûdawê di encama wê êrişa çekdarên DAIŞê de ser Kobanî, zêdetirî 100 welatiyên Kobanî û gundên derdora wê şehîd bûn û 150 kes jî birîndar bûne, herwiha 30 termê 30 çekdarên DAIŞê li nava Koabnî mane.