DÊRIK - Asayiş hişyariya teqînê da

 

 

Hewlêr (Rûdaw) - Asayişa Dêrikê hişyariyê ji egera derbasbûna otombîleke bombekirî bo nav bajarê Dêrikê dide.

 

Nûçegihanê Rûdawê li Dêrikê ragihand, ku Asayişa Dêrikê ji xelkê re dibêje, agahî hene ku renge otombîleke bombekirî derbasî bajarê Dêrikê bûbe.

 

Nûçegihanê Rûdawê herwiha got, ku endamên asayişê li mizgeftan bang li xelkê dikin ku ji malên xwe dernekevin daku jiyana wan nekeve metirsiyê.