Vîdeo-Şerê herî giran li nexweşxaneya Miştenûrê ye

Hewlêr (Rûdaw) -  Êrişa çekdarên DAIŞê bo ser bajarê Kobanî di roja duyemîn de ye û şerê di navbera Yekîneyên Paratina Gel (YPG) û çekdarên DAIŞê hêj berdewam dike.

 

Peyamnêrê Rûdawê Imer Kalo ragihand, hêj şer di navbera YPGê û çekdarên DAIŞê de berdewam dike.

 

Li gorî peyamnêrê Rûdawê li nav bajarê Kobanî, çeperên DAIŞê yên li nav bajarê Kobanî hatine destnîşankirin û li gor agahiyan yek ji wan cihan nexweşxaneya Miştenûr li başûrê rojhilatê Kobanî ye û cihek jî li derdora Mizgefta Hecî Reşad li bakurê bajarê Kobanî ye.

 

Li gor agahiyan Imer Kalo, cihek din jî ku çekdarên DAIŞê têde bicih bûne, li derdora nexweşxaneya Vîyênna li rojhilatê Kobanî ye û herwiha di navbera Dibstana Reş û Navenda Bavî Xido ya Çand û Hunerê de jî çekdarên DAIŞê di avahiyekê de ne.

 

Peyamnêrê Rûdawê herwiha got, şerê herî giran li derdora nexweşxaneya Miştenûrê diqewime û şervanên YPGê hewl didin çekdarên DAIŞê ji wê derê derxînin û nexweşxaneyê kontrol bikin. Li gor agahiyan, di destpêka êrişê de, 10 çekdarên DAIŞê êrişî nexweşxaneya Miştenûrê kirine.

 

Imer Kalo herwiha got, li gor Desteya Tendirustiyê ya Kantona Kobanî, 6 pizîşkên biyanî ji Birîtaniya, Kanada û Holanda li nexweşxaneya Miştenûrê kar dikirin, lê di dema êrişê de li wir nebûne û piştre ji aliyê rayedarên Kobanî ve bo parastina jiyana wan ber bi aliyê Bakurê Kurdistanê ve hatin şandin.