Rêveberiya Xweser bihayê kirîna genim diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bihayê kirîna genimê ji cotkaran destnîşan kir.

Rêveberiya Xweser dê ji cotkaran her yek kîlo genim bi 31 sentî bikire.

Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser li ser kirîna genim daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî biryara ku îro hatiye derxistin, nirxê her kîloyeke genim wekî 31 sentî hatiye destnîşankirin.

Îsal 12 sent hatine kêmkirin

Sala borî, Rêveberiya Xweser bihayê kirîna 1 kîlo genim wekî 43 sent destnîşan kiribû.

Rêveberiya Xweser îsal 12 sentan ji bihayê kirîna genim kêmkirine.

Tê pêşbînîkirin ku berhema genim li navçeyên Rêveberiya Xweser îsal bigihe 2 milyon tonan.

Li aliyê din, Hikûmeta Sûriyeyê jî, 1 kîlo genim dê bi 5500 lîreyên Sûrî ji cotkaran bikire.