RAPIRSÎ - Xelkê Amedê dê dengê xwe bide kîjan berbijêrî?

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Lêkolînê ya Hbs, encamên rapirsiya ku li Amedê kirin eşkere kir. Li gorî rapirsiyê dengên Kemal Kiliçdaroglu û Recep Tayyip Erdogan li Amedê kêm bûne.

Kompaniya Lêkolînê ya Hbs ku di hilbijartinên serokomarî û parlementoyê yên 14ê Gulanê de encamên nêzî rastiyê pê derxistibû, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî encamên rapirsiya ku li Amedê kirine parve kir.

Li gorî vê yekê di 24’ê Gulanê de li Amedê bi 910 hilbijêran re rapirsî hat kirin.

Encamên rapirsiya Hbsê ya li Amedê wiha ne:

Berbijêrê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu: Ji sedî 67.2

Berbijêrê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan: Ji sedî 25.8

Bêbiryar: Ji sedî 7.0

Li Amedê Kemal Kiliçdaroglu di gera yekem de ji sedî 71.96ê dengan wergirtibûn.

Recep Tayyîp Erdogan jî di 14ê Gulanê de li Amedê ji sedî 26.48ê dengan wergirtibûn.