Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Kurdistanê dest ji kar berda

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Kemal Ertûşî dest ji posta xwe berda.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Kemal Ertûşî ji ber pirsgirêkên "tenduristiyê" daxwaza destjikarberdana xwe pêşkêş kiriye û îstifaya wî hatiye qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de Ofîsa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê hat gotin: “Di heyama borî de rewşa tendirustî ya Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Kemal Ertûşî ne cîgir bû, ji ber wê jî çend caran bi mebesta çareseriyê, molet wergirt, niha jî dubare wî ji bo wergirtina çareseriyê bi niyet e serdana derve bike û proseya çareseriyê jî pêwîstiya wê bi demeke zêdetir heye, ji ber wê wî bi daxwaza xwe destjikarvekişanda xwe arasteyî cenabê Serokê Hikûmetê kir.”

Ofîsa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, destjikarkişandina Kemal Ertûşî pesend kir û biryar da ku ew wek Şêwirmendê Serokê Hikûmetê ji bo karûbarên enerjiyê li gor karîn û rewşa wî ya tendirustî di xizmetê de berdewam be.

Herwiha hat ragihandin ku Wezîrê Elekirîkê Kemal Mihemed Salih dê bi wekalet karûbarên Wezareta Samanên Sirûştî bi rê ve bibe.

 Ji aliyeke din ve, Kemal Mihemed Salih spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku ev erk daye wî û got: “Ez dê ji bo pêşxistina sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê hemû hewlekê bidim.”