Parêzerên Ocalan îro peyama wî radigihînin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Ofîsa Asrin Hukukê yên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dê derbarê hevdîtina 22yê Gulanê de civîneke rojnamevanî saz bikin.

 

Parêzerên Ofîsa Asrin Hukukê yên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ragihandin ku îro Yekşemê (26.05.2019) saet 11.00 li Stenbolê têkildarî hevdîtina 22yê Gulanê ya li Îmraliyê ligel Ocalan civîneke rojnamevanî pêk bînin.

 

Parêzerên Ofîsa Asrin Hukukê ragihand: “Me di 22yê Gulana 2019an de bi muwekilê xwe Birêz Ocalan re hevdîtin kiriye. Têkildarî vê hevdîtinê îro saet di 11.00an de em dê li Otela Titanic Downtown a Beyoglu daxuyaniyê bidin. Em hemû xebatkarên çapemeniyê dawetî daxuyaniyê dikin. Piştî daxuyaniyê dê bersîva pirsan neyê dayîn." 

 

Ji aliyê din ve biryar e ki ser navê Hevseroka KCDê Leyla Guven ku 200 rojin di grevê de ye, li Amedê parlamenterên HDPê saet 13.00 peyameke pelav bikin.