Silêmanî (Rûdaw) – Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran biaryara boykotkirina pêvajoya siyasî ya Iraqê neda lê ragihand: “Bi tevê boykoya siyasî, hemû bijarde li pêşiya me vekirî ne.”
Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran îor Şemiyê 26-05-2018 li Silêmaniyê civîna xwe ya asayî saz kir û encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê gotûbêj kir.
Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hate belavkirin û hate gotin: “Em wê sextekariya birêxistî ya YNK û PDKê şermezar dikin, ku dengê bi sedan hezar hemwelatiyên Kurdistanê hate dizîn û herwiha mafê hemwelatiyan hate binpêkirin.”
Civata Nîştîmanî ya Goranê di daxuyaniya xwe de ragihand, ku ew li hêviya rêkarên yasayî ne û ji bo dubarebûna hilbijartinên li parêzgehên Herêma Kurdistanê, herwiha Kerkûk û Mûsilê dê hewldanên siyasî û dîplomatîk werin dayîn.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku berovajiyê vê yekê, boykota siyasî jî di nav de hemû bijarde li pêşiya Tevgera Goran vekirî ne. Herwiha tê destnîşan kirin, ku dê biryara dawîn bi şêwira li gel Yekgirtû, Komel, Tevgera Îslamî, Partiya Komûnîst û Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî werbigrin.
Piştî eşkerebûna encamên hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê, Tevgera Goran bi tevê Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî, Tevgera Îslamî, Partiya Komûnîst û Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî ragihandibûn, ku ew encaman qebûl nakin.
Van aliyan îdîakiribûn, ku di dema hejmartina dengan de di berjewendiya aliyekî diyarkirî de sextekarî hatiye kirin û ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan xwestibûn ku deng bi dest werin hejmartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse