RIHA – Du kes hatin desteserkirin: Hincet ‘heqareta li dewletê’ ye!

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, du kes bi hinceta “heqareta li serweriya dewletê” hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê ragihand, tîmên li wan li ser parvekirinên medyaya civakî lêkolîn daye destpêkirin.

Reveberiya Ewlehiyê da zanîn ku 2 kes ji ber parvekirinên medyaya civavî yên piştî hilbijartinên 31ê Adarê hatine desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê di daxuyaniya xwe de got:

“Piştî hilbijartinê di encama lêkolîn û şopandina parvekirinên medyaya civakî de kesên bi navê B.E. û S.K. ên ku hat tesbîtkirin sûcê ‘heqareta li serweriya dewletê’ kiriye hatin desteserkirin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.