Tirkiyê Çiyayê Metîn bombebaran kir
Hewlêr (Rûdaw) - Firoke û topxaneya Artêşa Tirkiyê, îro devera Nihêlê ya li quntarê Çiyayê Metîn ê ser bi navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê ve bombebaran kirin.
Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Duhokl, Nasir Elî ragihand, “Li gor zanyariyan îro di demjimêr 10:45an de Tirkiyê navçeya Sûra Sigêrê ya devera Nihêlê li quntarê Çiyayê Metîn bombebaran kir.”
Li gor zanyariyan, Tirkiyê hem bi dronê û hem bi topxaneyê ew dever kiriye armanc.
Heval Birkaînî welatiyekî wê navçeyê ji Rûdawê re axivî û got: “Heftiyek e Tirkiye bi awayekî berdewam navçeyê topbaran û bombebaran dike û ji ber wê jî tirs û xof di nava gel de çêbûye.”
Heman kesî derbarê zirarên êrîşê de jî got: “Ti zirarên canî çênebûne, lê bi awayekî berdewam zirarek mezin digihe xwezayê, bi taybet niha ku demsala biharê ye û dem dema gihîştina giya ye.”