Av li ser bajarê Hesekê hatiye qutkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ava Wêstgeha Elok careke din li ser bajarê Hesekê û derdora wê hatiye birrîn. Li gor agahiyan, ew pênc roj in ku ava wê wêstgehê li ser Efrînê hatiye qutkirin.

Zanyariyên xwecihî ku ji nav bajarê Hesekê hatine bidestxistin, diyar dikin ku, bi sedema topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên alîgirên wê, ev pênc roji n ku li ava Wêstgeha Elok ji ser bajarê Hesekê hatiye birrîn.

Sedema wê yekê jî jinavçûna torên elektrîkê ji ber topbaranên hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî yên li Serê Kaniyê ye.

Di heman çarçoveyê de, Rêveberê Saziya Ava Hesekê, ya ser bi hikûmeta Sûriyê, Mehmûd Ugle got di çend rojên borî de, kehreba ku Wêstgeha Elok li gundewarê bajarê Serê Kaniyê dixiste kar, ji ber topbarana Tirkiyê û grûpên çekdar hate jinavbirin.

Mehmûd Ugle dibêje, çekdarên ser bi Tirkiyê elektrîkê ji ser Wêstgha Elok qut dikin û ji bo ku careke din ew wêstgeh bikeve kar û aktîv bibe, pêwîste careke din kehrebe bigihê.

Ji Cotmeha 2019yan ve, bi dagîrkirina Serê Kanî û Girê Spî re, ji aliyê Tirkiyê û çekdaran ve, kêşeya birrîna avê derketiye û berdewam e, zêdetirî 30 carî ava wê hatiye birrîn.