Ji ber êrişên Tirkiyê hezar donim rez û baxên Kurdistanê şewitîn
Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê li nava axa Başûrê Kurdistanê cardin dest bi operasyonekê li ser navçeyên Metîna, Ava Şîn û Zapê kiriye. Rêveberê bajarokê KanîMasê yê ser bi Amêdiyê, Serbest Sebrî ragihand, rûberê hezar donim daristan, rez û baxên navçeyê şewitîne. Karvedanên li himber wê operasyonê li Iraqê jî hene beşek parlamanterên Iraqê jî dijî operasyona Tirkiyê daxuyanî dan.
Êrîşa Artêşa Tirkiyê bêhtir bi behaneya rûbirûbûna PKKê li ser navçeyên Metînan, Ava Şîn û Zapê, li bilindahiyên Herêma Kurdistanê berdewam e.
Rêveberê Bajarokê Kanî Masî yê ser bi Amêdiyê Serbest Sebrî, ji Rûdawê re ragihand: “Bi sedema êrîşên Artêşa Tirkiyê, rûberê hezar donim daristan, rez û baxên sêv, hejîr û tirî li navçeyê şewitîn.”
Serbest Sebrî herwiha got, ew agirê bi Zinarê Kêste ketiye, gihişte nêzîkî gundê Kêste û ziyan gihandiye jîngeha navçeyê.
Beşek ji parlementerên Iraqê jî, ji êrîşên Tirkiyê nîgeran in, biryaderê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlementoya Iraqê behsa vê yekê dike.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî dibêje, di encama operasyonê de, 31 gerîlayan canên xwe jidest dane û 6 serbaz jî birîndar bûne.
Hulusî Akar li navenda serperiştîkirina operasyonê li Colemêrgê got, em dirêjiyê didine êrîşan.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar wiha axivî: “Operasyonên me li dijî PKKê û hemû rêxistinên terorîstî ne, û bi ti awayî, ne li dijî ti netewe, mezheb û olekî ne, û pêwîst e hemû cîhan jî bizanibe ku bi ti awayî em netewe, mezheb û peyrewên olan nakine armanc. Operasyon heta wê dema ku dawîtirîn terorîst jinav bibin, ranawestin. Wê dam ku daîwtirîn terorîst bê neçalakkirin, êdî erkên me di operasyonê de bidawî dibin.”
HPGê jî, ji aliyê xwe ve, amareke din, derbarê wî şerî belav kiriye.
HPGê, ku baskê serbazî yê PKKê ye, dibêje li wê navçeya Metînan 8 serbazên Komando kuştine û 16 serbazên din jî birîndar kirine û dibêje, li Zap û Ava Şîn jî pevçûn berdewam in.