Kurdistan: Polîsek di dema erk de hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Îro li navçeya Koye ya Herêma Kurdistanê, polîsek di dema a erkê xwe û cîbicîkirina fermana desteserkirina tohmetbarekî de hat kuştin.
Li gor agahiyan, ew karmendê polîs li navçeya Koye hewl daye ku keskî tohmetbar desteser bike, lê belê kesê tohmetbar teqe li wî kiriye û di encamê de wî polîsî jiyana xwe ji dest daye.
Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz piştrast kir, ku “ew polîs di dema erk de hatiye kuştin” û diyar kir, ku “navê wî Kamran Luqman e”.
Hogir Ezîz got: “Mixabin polîsekî me yê bi navê Kamran Luqman li Koyê di dema cîbicîkirina fermana desteserkirina tohmebarekê de, kesê tohmetbar teqe lê dike û di encamê de gulle li wî polîsî dikeve û jiyana xwe ji dest dide.”
Polîsê Hewlêrê ti zanyarî derbarê kesê tohmebar de belav nekiriye, herwiha amaje bi ti hûrgiliyên din ên bûyerê nekiriye.