Li devera Gomespan çend teqemenî teqiyan
Hewlêr (Rûdaw) – Li devera Gomespan a ser bi Hewlêrê paşmayiyên teqemeniyan teqiya, di encama bûyerê de zirar negihiştiye ti welatiyekî.
Peyamnêrê Rûdawê Hadî Selîmî ji cihê bûyerê ragihand ku paşmayiyên teqemeniyê yên welatiyekî wê herêmê bûye û ji ber kontakta elektrîkê teqiyane û zirar negihiştiye kesekî.
Xwediyê zeviyê jî ku teqîn têde çêbû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku "teqemenî hinek gulleyên kevn bûn".