XURMATU - Milîsên Şîe agir berdan bînaya Rêveberiya Nifûsê

Xurmatu (Rûdaw) – Milîsên Şîe li navçeya Xurmatuyê berdewam in li se rêrişên xwe li dijî Kurdan û saziyên hikûmetê û îro piştî nîvro êriî Rêveberiya Nifûsê ya Xurmatu dan û beşek ji avahiya wê rêveberiyê şewitandin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Xurmatu Hîwa Husamedîn ragihand, milîsên Şîe êrişî Rêveberiya Nifûsê ya Xurmatuyê kirin û hewla agirberdana avahiya wê dan û agir berbû avahiyê.

 

Hîwa Husamedîn got, agir berbû beşek ji avahiyê û beşek ji avahiya Rêveberiya Nifûsê şewitî, lê belê di demek zû de agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirandin û pêşî li şewitîna hemû avahiyê hat girtin.

 

Husamedîn herwiha got: “Milîsên Şîe hewla şewitandina bînayê dan, agir berdane jeneratora bînayê. Destwerdan hat kirin û rê nehat dan ku hemû avahî bişewite, lê belê jeneratora bînayê bi tevahî şewitî.”

 

Ji aliyekê din ve li gor agahiyan Rûdawê, milîsên Şîe îro 4 bombe di nav bajarê Xurmatu de danîbûn daku bi Hêzên Pêşmerge ve biteqin, lê belê ji aliyê tîmên taybet ên Hêza Pêşmerge ve hatin pêçkirin.

 

Pêşmergeyekî xwebexş li Xurmatu di vê bareyê de got: “Îro sêşemî 26ê Nîsanê me çend bombe li ser cadeyê rakirin ku hatibûn danîn bi Hêzên Pêşmerge ve biteqin.”

 

Heman pêşmergeyî da xuyakirin, îro şer di nav bajrê de kêm bû, lê dengê gulleyan her tê bihîstin. Nîşangirên (qenas) ên Heşda Şeibî hêj li ser bane avahiyan mane û gulle berdidin her kesê ku di nav kolan û cadeyan de hatinûçûnê dikin.

 

Pêşmrgeyê xwbexş ji Rûdawê re da xuyakirin: “Berpirsê Berpirsê Heşda Şeibî li Xurmatu Atif Necat ku mala xwe kiribû navenda milîsên Şîe, piştî ku mala xwe vala kir û terikand, bombe di nav de danîbûn daku eger her kes derbasî nav malê bibe bombe biteqin, lê têlên bombeyan xuya bûn, her ji ber wê jî dema ku bombe teqiyan tenê mal şewitî û kesê zirar nedît.”