Li Êlihê pevçûn: 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûnekê de 6 kes birîndar bûn.
Li taxa Aydinlikevlerê ya Êlihê doh bi şev di navbera 2 grûpan ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Pişt nîqaşê her du grûp pev çûn û di pevçûnê de çek jî hatin bikaranîn.
Di encama pevçûnê de 6 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Timên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.
Li ser bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.