Li Hatayê qeza: Ji malbatekê 6 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dortyolê ua Hatayê bargilgirek ji reya xwe derbasî rêya hember bû û li otomobilekê qelibî û di qezayê de ji malbatekê 6 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Li ser Rêbeja Dortyol-Payasê barhilgira ku şofêrê wê Şukru K. derbasî rêya hember bû û li otomobîla ku şofêrê wê Mehmet Sonmez bû, qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirand û tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Şofêrê otomobîlê Mehmet Sonmez û 5 kesên din ên otomobîlê de mirin.

Herwiha  kesek jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê.

Şofêrê barhilgirê Şukru K. jî hat desteserkirin.