Li Dêrsimê ji ber berfê rê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya navbera parêzgehên Dêrsim û Erzînganê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê ji bo çûnûhatina barhilgiran hat girtin.

Parêzgariya Dêrsimê ragihand roja Yekşemê 26ê Adara 2023an Pira Mutî ya li ser sînorê navbera Dêrsim û Erzînganê û rêya navçeya Pilemûriyê  ji ber berf û pûkê ji bo çûnûhatina barhilgiran hatiye girtin.

Ligel ku dawiya meha Adarê ye li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran û li cihên bilind jî barîna berfê berdewam e.

Li navçeya Pilemûriyê ser bi parêzgeha Dêrsimê 2 roj in barîna berfê berdewam e û li herêma ku bilindahiya wê 1800 metre ye ji ber berfa zêde çûnûhatin zehmet bûye.

Rêveberiya Giştî ya Rêyên Bejayî a Dêrsimê jî li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kiriye û dibêje: “Rêya dewletê ya di navbera Dêrsim û Pilemûriyê de nêzîkî 25 kîlometre ji ber berf û pûkê ji bo çûnûhatina barhilgiran hatiye qedexekirin.”

Li gor zanyariyan tîmên girêdayî Rêveberiya Rêyên Bejayî ji bo vekirina rêyan dest bi kar û xebatan kirine.