Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên li ser Erebistana Siûdî şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên berdewam ên li ser deverên cuda yên Erebistana Siûdiyê şermezar dike û dibêje “Em hevsoziya xwe ya tam ligel serkirdayetî û gelê Siûdiyê radighînin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê roja şemiyê 26.03.2022ê derbarê êrişa ser depoyên Aramco ya petrolê ya li bajarê Cîdeyê ya Erebistanê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de dibêje “Em wan êrîşan şermezar dikin ku roja Înê ax û saziyên girîng li Siûdiyê kirin armanc.”

Roja Înê 25.03.2022 Berdevkê artêşa Hûsiyan Yahya Sarî ragihand ku çekdarên wan bi mûşek û dronan êrişî depoyên Aramco yên li bajarê Cîdde yê rojavayê Erebistana Siûdî kirine.

Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de got jî “Em hevsoziya xwe ya tam ligel serkirdayetî û gelê Siûdiyê radighînin li beramber wan dijminkariyên ku gelek caran dubare dibin û dibin gef bo ser aramî û asayîşa navçeyê.”